Li cîhanê her gel xwedî cejnên xwe yên taybet e. Ev cejn bi gelemperî bûyerên girîng, nirx û bîranînên hevpar ên wê civakê temsîl dikin. Kevneşopî, adet û bîra civakî bi rêya van cejnan ji nifşekî bo nifşeke din têne veguhestin. Ji ber vê yekê, bêyî ku em li kîjan gelî an baweriyê binêrin, divê em rêzê li hemû cejnan bigirin.
Lêbelê, divê em ji vê rastiyê jî haydar bin: Koka cejn û kevneşopiyan vedigere demên kevn. Asta zanînê, şertên jiyanê û îmkanên teknololojîk ên wê demê bi yên îroyîn re ne wekhev bûn. Ji ber vê yekê, dema ku em kevneşopiyan didomînin, girîng e ku şertên roja me jî di ber çavan de bigirin û wan bêyî ku zirarê bidin mirovan, heywanan û jîngehê bi cih bînin.
Mînak; di demên berê de piraniya kesên ku qurban didan bi heywandariyê re mijûl bûn. Van kesan heywanan dixwarandin, tevgerên wan dişopandin, li ser anatomiya wan agahiyên bingehîn hebûn û bi heywanan re têkiliyek rasterast hebû. Lê îro gelek kes, tevî ku bi xwedîkirin an mezin kirina heywanan re têkiliyek wan tune ye, tenê ji bo cîbicîkirina kevneşopiyê beşdarî pêvajoya qurbanê dibin. Ev rewş dikare bibe sedema ku aliyê zanîn, ezmûn û pisporiyê yê vê pratîkê li gorî berê kêm bibe.
Qurban ne tenê îbadetek olî ye; di heman demê de operasyonek mezin a tenduristiya gel e ku di demeke kurt de hereketeke awarte ya heywanan, çalakiyên serjêkirinê, çêbûna bermayiyan û gerîna xwarinê diafirîne. Lêbelê, li Tirkiyeyê ev pêvajo hîn jî tenê di çarçoveya “şêwaza îbadetê” û “birêvebirina rêxistinî” de tê nirxandin, lê aliyê herî girîng ê vê mijarê, ku tenduristiya gel, ewlehiya xwarinê û tenduristiya jîngehê ye, bi awayekî sîstematîk tê paşguhkirin. Digel vê yekê, têgihîştina nûjen a tenduristiya gel a veterînerî “Tenduristiyek Yekane (Tek sağlık)” bi zelalî nîşan dide ku tenduristiya mirov, heywan û jîngehê nikare ji hev veqetandî were fikirîn.
Di dema cejnê de, veguheztina milyonan heywanan di nav bajaran de metirsiyeke cidî ji bo belavbûna nexweşiyên vegirtî diafirîne. Nexweşiyên wek şap, bruselîoz, tuberkuloz, şarbon û nexweşiyên parazîtî ne tenê tenduristiya heywanan, lê her weha rasterast tenduristiya mirovan jî tehdîd dikin. Veguheztinên bê kontrola veterînerî, hereketên heywanan yên qeydkirî nebin û çavdêriyên ne bes metirsiyan mezintir dikin. Bi taybetî ji bo nexweşiyên zoonotîk, demên qurbanê ji demên asayî gelek hestiyarin.
Qonaxa serjêkirinê jî qada din a pirsgirêka tenduristiya gel e. Serjêkirinên ku di şert û mercên neguncaw de têne kirin dikarin bibin sedema kontamînasyona mikrobiyolojîk a goştê, qirêjbûna jîngehê û birîndarbûna kesên ku dixebitin an welatiyan. Serjêkirinên bêkontrol ku li kuçeyan, ber deriyên apartmanan an jî li deverên ku binesaziya wan ne bes e tên kirin dibin sedema belavbûna xwînê, organên hundirîn û bermayiyên biyolojîk li jîngehê; û li gel zêdebûna mêşan û bîhna xerab, metirsiyên enfeksiyonê yên cidî jî diafirînin.
Aliyê ewlehiya xwarinê jî gelek caran têra xwe nayê axaftin. Xwarina goştê ku nû hatiye serjêkirin bêyî ku di germahiya guncaw de bê rawestandın, neparastina zincîra sar û nebicihanîna qaîdeyên paqijiyê metirsiyên enfeksiyonên ji xwarinê çêdibin zêde dike. Bi taybetî di şertên hewaya germ de, mayîna goştê demeke dirêj li derve şertên guncaw ji bo zêdebûna patojenan wek Salmonella û E. coli diafirîne. Ji ber vê yekê, divê goştê qurbanê ne tenê bi hestiyariya olî, lê her weha bi pîvanên zanistî yên ewlehiya xwarinê jî were nirxandin.
Ji aliyê tenduristiya jîngehê ve jî tabloyê balkêş e. Rêvebirina bermayiyan a bêkontrol dikare bibe sedema qirêjbûna avên ser erdê û bin erdê, bîhna xerab û zexta li ser ekosîstemê. Nebertarafkirina rast a post, organên hundirîn, xwîn û bermayiyên din ên biyolojîk hem ji aliyê jîngehî hem jî epidemiolojîk ve metirsiyan diafirîne. Têgihîştina rêvebirina bajarî ya nûjen pêdivî dike ku rêxistina qurbanê ne tenê wek “amadekirina cihê serjêkirinê”, lê wek rêvebirina tevahî ya tenduristiya jîngehê were dîtin.
Cejna we pîroz be
Roşana sima bimbarek bo
Bayramınız kutlu olsun
Deniz, havuz ve yaz tatili planlarında çocukların rahat hareket edebilmesi için mayo seçimi doğrudan kullanım…
Elazığ’da Derya Çelik, boşanma aşamasında olduğu belirtilen uzman çavuş Murat Çelik tarafından tabancayla vurularak öldürüldü.…
DEM Parti Dersim Milletvekili Ayten Kordu, AK Parti Milletvekili Salim Ensarioğlu’nun Kürt illerindeki üniversitelerde organize…
'Mutlak butlan' kararıyla genel başkanlık görevinden alınan CHP Grup Başkanı Özgür Özel, Ankara İl Başkanlığı'ndaki…
Dersim'in Hozat ilçesinde bozayı saldırısı sonucu yaralanan kişi, ambulans helikopterle hastaneye ulaştırıldı. İlçenin Kozluca köyü…
Mahkeme kararıyla Kemal Kılıçdaroğlu’nun CHP Genel Başkanlığı’na atanmasının ardından bugün CHP’de bayramlaşma programları iki farklı…