Categories: PolitikaToplum Yaşam

Dîroka Newrozê

ORHAN BUDAK

Peyva Newrozê ji “new” û “roz”ê pêk tê. Di kurdî de “new”, “newa”, “newe”û “nû” wateya wan yek e; yanî nû. Di kurdî de “roz” û “roj” jî wateya wan yek e û îro jî her du peyv tên bikaranîn. “Newroz” yanî “Roja nû”, “nûroj”. Di kevneşopîyê de Newroz cejna pîroz a sersala nû ye. Gelê kurd jê re Newroz, îranî jî Nowrûz dibêjin. Bingeha Newrozê bi eslê xwe digihêje dema zerdeştîyê û medan. Newroz di nav welatê Rojhilata Navîn de di nav civaka kurd, faris, azerî, efxanî û pakistanî de tê pîrozkirin. Tesîra pîrozkirina Newrozê heta Asyaya Navîn çûye.

Nivîskarê kurd yê çaxa navendî Şerefxanê Bidlisî, nivîskarê destana Îranê ya binavûdeng Şehnameyê Fîrdewsî û niviskarê îslamê yê çaxa navendî Mesûdî di pirtûkên xwe de Dehaq weha rave dikin: “Di demeke kevn de kesayetîyekî bi navê Dehaq hebû. Dehaq şahê asurîyan bû. Dehaq kesayetîyekî pir zalim û zordar bû. Xwedî leşker, celad, zêr û zîvan bû. Xwe bi hêz û dewlemend didît. Bi aweyekî ji xwe bawer ti kes ji xwe mezintir, bihêztir û dewlemendtir nedidît. Şahê Asurê Dehaq şevekê ji ber êşa stû û milên xwe ji xew hişyar dibe. Dibîne ku ji stûyê wî, yek ji alîyê milê rastê û ya din jî ji alîyê milê çepê du birîn ango kul derketine. Ji ber êş û jana xwe bang li bijîşkên xwe dike û çareyekê dixwaze. Bijîşkên Dehaq jê re çareyekê nabînin. Piştî vê neçaretîyê fermanekê derdixe û ji Împaratorîya Asur çi qas bijîşkên hêja hene vedixwîne qesra xwe da ku ji kula wî re çareyekê bibînin. Gelek bijîşkên hêja yên wê demê tên qesra Dehaq, lê ti bijîşkek ji kula wî re çare û dermanekê nabîne. Demek wisa derbas dibe û her ku diçe êş û jana wî zêdetir dibe. Rojekê falbazek ji Dehaq re dibêje ku ev kula te dişibe maran, tu ku her roj mêjûyê du ciwanan  wek melhem di kula xwe bidî, kula te dê bê dermankirin. Dehaq piştî vê gotinê fermanê dide leşkerên xwe. Leşkerên wî her roj du xortan dikujin û mêjûyê wan tînin û wek melhem di kula wî didin. Demeke dirêj wisa derbaz dibe. Gelê bajarê Nînowayê yê ku qesra Dehaq tê de ye, ji vê bûyerê eciz dibe. Kawayê Hesinkar ê kurd jî li Nînowayê dijî û hesinkarîyê dike, ew jî ji vê bûyerê ne razî ye. Kawayê Hesinkar û hevalên wî xwe li dijî Dehaq bi rêxistin dikin. Piştî demekê êdî ciwanan nakujin, li şûna mêjûyê ciwanan du mihan ser jêdikin û ji bo dermankirina kula Dehaq mêjûyê mihan dişînin. Ciwanên ku ji bo kuştinê hatine dîyarkirin jî, dişînin serê çîyayan û vedişirînin. Li gorî efsaneya ku kurd neql dikin, Kawayê Hesinkar ew kesên ku çûne çîya, wan hînî leşkerîyê dike û ji wan artêşekê amade dike ji bo ku qesra Dehaq dagir bikin. Rojekê leşkerên Dehaq tên ba Kawa û dibêjin ku dor ya lawê te ye. Kawayê Hesinkar ji leşkerên Dehaq re dibêje, “hûn biçin, ez ê lawê xwe bînim û bi destê xwe qurbanî şahê xwe bikim.” Leşkerên Dehaq dizivirin qesrê û li benda Kawa dimînin. Kawayê Hesinkar hevalên xwe û xortên ku li ser çîyayan in agahdar dike û plana xwe ji wan re dibêje. Êdî dema kuştina Dehaq hatîye, ez ê îşev wî bikujim. Kawa lawê xwe dibe ba Dehaq (berî zayînê 612 şeva ku 20ê Adarê girê dide 21ê Adarê). Çakûçê xwe yê ku pê hesin dikute radike ku serê lawê xwe bixe, lê li şûna serê lawê xwe li serê Dehaq dixe û li şûna lawê xwe Dehaq dikuje. Piştre di qesrê de agirekî vêdixe. Piştî agirvêxistinê ciwanên serê çîya û hevalên Kawa êrişî qesrê dikin û qesra Dehaq dagir dikin. Gelên Mezopotamyayê ji zext û zilma Dehaq xilas û azad dikin. Şahê Împaratorîya Medan yê herî girîng Qeyser an jî Keyaksar Împaratorîya Asuran hildiweşîne û sînorên medan fireh dike û ji bo gelan rojeke nû dest pê dike.

Efsaneya Kawayê Hesinkar her çi qas xeyalî be jî, di nava vê efsaneyê de rastîyeke civakî, çandî, sîyasî heye. Gelek çîrokên kurdan ên mîtolojîk hene û di nava van çîrokan de rastîya gelê kurd heye. Di efsaneya Kawayê Hesinkar de jî rastî û hestên neteweyî yên gelê kurd hene. Gelê kurd vê rojê pîroz dibîne û bi kelecaneke mezin pêşwazî dike. Newroz îro bûye sembol û nîşana serhildan û azadîya gelê kurd. Newroza we pîroz be.

Dersim Gazetesi

Recent Posts

Dersim’de Sakine Cansız anması

Paris’te 13 yıl önce katledilen PKK kurucularından Sakine Cansız (Sara), katliamın 13’üncü yıldönümünde Dêrsim’deki mezarı…

16 saat ago

En düşük emekli maaşı 20 bin oldu

Cumhurbaşkanı Tayyip Erdoğan’ın talimatıyla hükümet en düşük emekli aylığında rakamı yukarı çekti. Yapılan düzenleme ile…

21 saat ago

Yeraltı Dizisi Hikayesi ve Oyuncuları Hakkında Bilgiler

NOW’un yeni sezondaki en iddialı projelerinden biri olarak görülen Yeraltı dizisinin yayın tarihi netleşti. Tanıtım…

21 saat ago

Sömestr tatili için en iyi kayak rotaları

2025-2026 eğitim-öğretim yılının ilk yarısı sona ererken, milyonlarca öğrenci ve veli için en popüler dinlenme…

21 saat ago

Nazilli’de İş Fırsatları Artıyor: Adaylar ve İşverenler İçin Yeni Ufuklar

Nazilli’de iş fırsatları son yıllara göre oldukça artmış durumda. İlçedeki ekonomik hareketlilik ve yerel girişimlerin…

23 saat ago

Dersim Demokratik Kurumlar Platformu’ndan Rojava açıklaması: “Şêxmeqsûd ve Eşrefiyê’ye yönelik saldırılar insanlık suçudur”

Dersim Demokratik Kurumlar Platformu, Halep’in Şêxmeqsûd ve Eşrefiyê mahallelerine yönelik saldırılara ilişkin yazılı bir açıklama…

2 gün ago