Husen Deniz
Duh li ser pelê salanamê, 17’ê Adarê xwe nişan da… Di vê demê de li Dêsim sê tiştên giring û piroz rastê hev hatin: Heftemal (Hautomal), Newroz û Trija Keskesor yan Heftreng…
Her çiqas ku ser navê Heftemalê û dema wê hinek lihevnekirinek an niqaşek hebe jî; lê gori hinekan dema heftemalê, 17ê Adarê ye, Gori peyvnasi şiroveyek heftemalê jî veanina Hefdehmalê ye. Bi gotinek din, dehûheft mal… Lê gori hinekan jî 21ê Adarê ye.
Em werin ser peyva/çekuya Adarê; bi gotinek din Av li dar e… yanê tê wê têgihiştinê ku av li darê diğere, hêşinbûn destpê dike…
Disa em vegerin ser Heftemalê; ku piranî, wê wek Heftemala Piçuk (Hautomala Qij) û Heftemala Mezin (Hautomala Pîl) tînin ziman- Mixabin/çi hêyf ku, iro çarçove û naveroka Heftemalê pir hindik tê zanin.
Di nav Dêsim û heremên din, piranî Heftemala herî giring ya Mezin/Pîl tê destnişan kirin.
Gori kewneşopiyê çend xalê wê hene…
Ku Heftemal, pirozbahiya destpêka şênbûna/hêşinbûna xwezayê, dar û ber, giya ne… Berku di vê deme de, piştî sêla hewayê, sêla avê germ dibe; av digihê dar û beran. Berf û serma xilas dibe Xweza derbasê asteke nuh dibe. Cihan hêşin dibe. Ji yek rengî derbasê pir rengî dibe… Yanê, heman demê de tê wateya destpêka jiyanek nu…
Ji ber vê yêkê, gori rêbazê baweriya Rêya Heqî, vê rojê gel there/diçe ser kaniyan çira/çila vêdixinin, niyazan dikin; piştra avê tînin li der beran direwişinin. Ber ku wateya vê ava pak ev e: efsun kirina mal, xani, ber û xêrê ye; ku tiştên ne baş, yên xirawi, tengî, zordarî, neheqî ji wan dûr here… Nişana vê rojê yek ji eve ku tu kes vê rojê dar û ber an giyakî, jênake/gonc nake, birindar nake… Ber ku, xiraw e, ber ku dar û ber ter dibe… Yanê ji jiyanek nu re rêz tê girtin.
Gori kewneşopiya Zerdeştî ku sal ji 6 demsalan pêk tê… ji van yek jî dema newrozê despê dike. Jê re Ferverdigan tê gotin. Gori baweriya Zerteşti giringtiya ve demê ev e:
a- 19’ê adarê ye, roja vegera giyan/canê mirîyan ên ku têne malê xwe ku pêş mirinê tê de jiyan kirine…
b- Piştî vê jî dema afirandina mirovan tê, ku ev ji 21’ê Adarê ye.
Ku pêş Adarê (demsala Ferverdigan), dema afirandina hêşiniye (Eyathrima-demsala payîzê), yanê dar û ber û giya ne… Dû vê Gaxan/Gaxand tê; –ku meha gaxanê ji tê gotin- ku rastê çile tê (Maidhyariya), heman deme de heyama afirandina heywan/sewalan e…
Du demsala hêşinayî û sevalan, afirandina/çêkirina mirov destpê dike. Jê re Ferverdin hatiye gotin.
Ya balkêş ewe ku, ji 9’ê Adarê heta 21’ê Adarê gor salname ya Zerdeştî ev roj, rojên piroz in. Ji van 6 rojên dawi ji boy fravaşiyan (giyanê ku diparêze yan giyanê bav û kalan/pî-kalikan) hatiye binav kirin.
Ev vegotin di mêjûyê baweriya Rêya Heq de li herda Dêsim û derdoran (Qoçgiri, Semsur, Meraş, Meleti, Xarpit, Bingol, Gimgim, Ezirgan, Erzerom) jî heman vateyê bale dikşine… gori vegotina Heftemalê de, ji boy giyanê pak yê miriyan ku vedigerin malê, dar û ber, boy van xwar dibin, xwe ditewînin yanê rêz digirin, rumetê pê nişan didin. Disa gori vê vegotine, ji van dar û beran tenê qewax/spindar xwar/xar nebuyê. Berk u di ser gulîye wî, distanek malê yan turikêkî dewreşekî, yan jî çitek bukeki darda ye… Qewaq ji ber rêz girtine wî emanetê -dema ku xar bibe jê dikevin- xwar nebiye.
Ev jî nişanên pirozî ne: Distan yê ocax e, ku ar/agir/adir piroz e. Tûrik yê dewrêşekî ye. Dewrêş kesekî pîroz/bimbarek e, di tûrikê wi de tiştên ku bigîhîne kesên hewcedar hene. Bûk jî, ji xwe berdewamiya mirovati, rûmet û giringtiya jinan nişan dide.
Di vir de him vegera giyanên miriyan û piştre ji afirandina mirov digîhişe hev. Her du ji piroz/bimbarek in…
Di vê deme de Newroz ji bo kurdan û gelê rojhilata navin û yê asya ya rojava rojek nû ye. Ev nuh bun, ji boy destpêka jiyanek nu ye.
Di dirokê de ji gelê kurd, hember zordariyê, tunekirınê bi pêşengî/rêberiya/rayweriya Kavayê Hesinkar serî hildaye. Ji boy xeberdarkirina hewûdu ji boy serhildanê ar/agir/adid hatiye vêxistin. Bi vî tore/şiklî tekoşinek hevpar derketiye pêş û di encamê de zordarê wê demê (Dehaq?) têk çûye. Gelê kurd serketiye û ji bindestîyê xilas bûye.
Ev vegotin her aliyê ve jiyanek nu, ji boy vê jî xebatek, tekoşinek, berxwedanek nu dide nişan. Ku agir, candayina xwezaye, hêrik e vîze ye. Hêşinbûn jiyanek nûye ku ji boy jiyanê dar û ber ber xwe dide ku nu ve hêşin bibe, jiyanek nu destpê bike.
İro ji heman tişt li pêş in.
Rastî ji ev e… Şert û mercên ku em niha tê de ne, ji bo mirovati deriyekî vebike an bide cîh yan bigire…
Dema pirozkirina Heftemal/Newrozê, hêrişa USA û İsrailê li ser İranê herçi diçe tuj dibe. Şer bi aweyeki nûh bi teknolojiyek cuda dimeşe. Şerê vê gavê bi hêzên esmani derdikeve pêş. Çek, piranî ji muşek, füze, navginên hewayi yê bê mirov pêk tên. Qada şer piranî li ser erdê ku kurd tê da jiyan dikin, dimeşe. Ew ji xeterek mezin e… Li ser erda Sûri ji hîn rewşa kurdan tevlihev e… Li Tirkiyeyê çi dibe naye zanîn… Ya ku dilê me germ dike, di çar parçeyan de ber bi yekbûnê ve gav avetin e. Bi kurtasi Kurd di merhaleyek nuh de ne. Yanê tarî û ronahî pir nêzî hev in. Ev hev girtin, nêzikbûn, bibe sedema serkeftinê, ronahî ye… Nişanên Newroza isal ku tê piroz kirin (ku li cihanê ji bal dikşine) nişanên xurt ya jiyanek nuh dide…
Qeziya/çeku/peyva dawi: Dema vegara Newroza Dêsim ya bi coş, li ser çemê Mizûr tirîja Keskesor yan Heftreng xwa nişan da. Ew di baweriyê de tişteki, dahatinek ya rindî ye. Ku kewneşopiyê de dema ev keskesor ku derdiket, digotin “kî ku bin re derbas be bêxtê wi rind dibe”…
Em jî derketina Keskesorê di roja pirozkirina Heftemal, Newrozê hêwi dikin ku bextê gelê me û yen bindest û tengiyê de ne, ber bi aşitî (haşbûnî/xewşbûnî), arami ve bibe…
CHP’nin cumhurbaşkanı Adayı ve İstanbul Büyükşehir Belediye (İBB) Başkanı Ekrem İmamoğlu’nun da arasında bulunduğu 107’si…
MED Tutuklu ve Hükümlü Aileleri Hukuki ve Dayanışma Dernekleri Federasyonu (MED TUHAD-FED) Eşbaşkanları Pınar Sakık…
Avrupa İnsan Hakları Mahkemesi’nin (AİHM) temyiz organı olan ve 17 yargıçtan oluşan Büyük Daire, Osman…
Kürt müziğinin önemli isimlerinden Mikaîl Aslan, 11. stüdyo albümü “Masumo Pak” ile dinleyicilerinin karşısına çıkmaya…
70 yaşındaki ağır hasta tutuklu Mehmet Edip Taşar, Başakşehir Çam ve Sakura Şehir Hastanesi’nde yaşamını…
Partisinin Meclis Grup Toplantısı’nda konuşan MHP Genel Başkanı Devlet Bahçeli, İran’a yönelik saldırılara işaret ederek,…