Agirê Newrozê, sembola berxwedan, têkoşîn û vejînê ye, tevî hemû qedexe û astengiyan ji salên 1990an heta roja îro, qet nehatiye vemirandin.
Newroz, ku tê wateya “roja nû” an “vejîn”, her sal bi mîlyonan kesan tîne cem hev û bi hêşek mezin gelê Kurd rêxistin dike. Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî (Jin, Jiyan, Azadî), divê mirovahî were nûkirin û geşkirin.

Peyva Newrozê ji “new” û “roz”ê pêk tê. Di kurdî de “new”, “newa”, “newe”û “nû” wateya wan yek e; yanî nû. Di kurdî de “roz” û “roj” jî wateya wan yek e û îro jî her du peyv tên bikaranîn. “Newroz” yanî “Roja nû”, “nûroj”. Di kevneşopîyê de Newroz cejna pîroz a sersala nû ye. Gelê kurd jê re Newroz, îranî jî Nowrûz dibêjin. Bingeha Newrozê bi eslê xwe digihêje dema zerdeştîyê û medan. Newroz di nav welatê Rojhilata Navîn de di nav civaka kurd, faris, azerî, efxanî û pakistanî de tê pîrozkirin. Tesîra pîrozkirina Newrozê heta Asyaya Navîn çûye.

Nivîskarê kurd yê çaxa navendî Şerefxanê Bidlisî, nivîskarê destana Îranê ya binavûdeng Şehnameyê Fîrdewsî û niviskarê îslamê yê çaxa navendî Mesûdî di pirtûkên xwe de Dehaq weha rave dikin:

“Di demeke kevn de kesayetîyekî bi navê Dehaq hebû. Dehaq şahê asurîyan bû. Dehaq kesayetîyekî pir zalim û zordar bû. Xwedî leşker, celad, zêr û zîvan bû. Xwe bi hêz û dewlemend didît. Bi aweyekî ji xwe bawer ti kes ji xwe mezintir, bihêztir û dewlemendtir nedidît. Şahê Asurê Dehaq şevekê ji ber êşa stû û milên xwe ji xew hişyar dibe. Dibîne ku ji stûyê wî, yek ji alîyê milê rastê û ya din jî ji alîyê milê çepê du birîn ango kul derketine. Ji ber êş û jana xwe bang li bijîşkên xwe dike û çareyekê dixwaze. Bijîşkên Dehaq jê re çareyekê nabînin. Piştî vê neçaretîyê fermanekê derdixe û ji Împaratorîya Asur çi qas bijîşkên hêja hene vedixwîne qesra xwe da ku ji kula wî re çareyekê bibînin. Gelek bijîşkên hêja yên wê demê tên qesra Dehaq, lê ti bijîşkek ji kula wî re çare û dermanekê nabîne.

Demek wisa derbas dibe û her ku diçe êş û jana wî zêdetir dibe. Rojekê falbazek ji Dehaq re dibêje ku ev kula te dişibe maran, tu ku her roj mêjûyê du ciwanan  wek melhem di kula xwe bidî, kula te dê bê dermankirin. Dehaq piştî vê gotinê fermanê dide leşkerên xwe. Leşkerên wî her roj du xortan dikujin û mêjûyê wan tînin û wek melhem di kula wî didin. Demeke dirêj wisa derbaz dibe. Gelê bajarê Nînowayê yê ku qesra Dehaq tê de ye, ji vê bûyerê eciz dibe. Kawayê Hesinkar ê kurd jî li Nînowayê dijî û hesinkarîyê dike, ew jî ji vê bûyerê ne razî ye. Kawayê Hesinkar û hevalên wî xwe li dijî Dehaq bi rêxistin dikin. Piştî demekê êdî ciwanan nakujin, li şûna mêjûyê ciwanan du mihan ser jêdikin û ji bo dermankirina kula Dehaq mêjûyê mihan dişînin. Ciwanên ku ji bo kuştinê hatine dîyarkirin jî, dişînin serê çîyayan û vedişirînin. Li gorî efsaneya ku kurd neql dikin, Kawayê Hesinkar ew kesên ku çûne çîya, wan hînî leşkerîyê dike û ji wan artêşekê amade dike ji bo ku qesra Dehaq dagir bikin. Rojekê leşkerên Dehaq tên ba Kawa û dibêjin ku dor ya lawê te ye. Kawayê Hesinkar ji leşkerên Dehaq re dibêje, “hûn biçin, ez ê lawê xwe bînim û bi destê xwe qurbanî şahê xwe bikim.”

Leşkerên Dehaq dizivirin qesrê û li benda Kawa dimînin. Kawayê Hesinkar hevalên xwe û xortên ku li ser çîyayan in agahdar dike û plana xwe ji wan re dibêje. Êdî dema kuştina Dehaq hatîye, ez ê îşev wî bikujim. Kawa lawê xwe dibe ba Dehaq (berî zayînê 612 şeva ku 20ê Adarê girê dide 21ê Adarê). Çakûçê xwe yê ku pê hesin dikute radike ku serê lawê xwe bixe, lê li şûna serê lawê xwe li serê Dehaq dixe û li şûna lawê xwe Dehaq dikuje. Piştre di qesrê de agirekî vêdixe. Piştî agirvêxistinê ciwanên serê çîya û hevalên Kawa êrişî qesrê dikin û qesra Dehaq dagir dikin. Gelên Mezopotamyayê ji zext û zilma Dehaq xilas û azad dikin. Şahê Împaratorîya Medan yê herî girîng Qeyser an jî Keyaksar Împaratorîya Asuran hildiweşîne û sînorên medan fireh dike û ji bo gelan rojeke nû dest pê dike.

Efsaneya Kawayê Hesinkar her çi qas xeyalî be jî, di nava vê efsaneyê de rastîyeke civakî, çandî, sîyasî heye. Gelek çîrokên kurdan ên mîtolojîk hene û di nava van çîrokan de rastîya gelê kurd heye. Di efsaneya Kawayê Hesinkar de jî rastî û hestên neteweyî yên gelê kurd hene. Gelê kurd vê rojê pîroz dibîne û bi kelecaneke mezin pêşwazî dike. Newroz îro bûye sembol û nîşana serhildan û azadîya gelê kurd. Newroza we pîroz be

Dersim Gazetesi

Share
Published by
Dersim Gazetesi
Tags: Newroz

Recent Posts

Madımak’ta katledilenler anıldı: Unutmadık, unutturmayacağız

Madımak Katliamı’nın 33’üncü yılında katledilenler anıldı. Madımak Oteli’ne ‘Utanç Müzesi’ afişi asılırken, katliamla yüzleşme ve…

2 saat ago

Sivas’ta katledilen 33 can Dêrsim’de anıldı: Yüzleşme istiyoruz!

Sivas’ta, 2 Temmuz 1993 tarihinde, Pir Sultan Abdal Kültür Derneği etkinliklerine katılan 33 aydın, akademisyen,…

2 saat ago

Özgürlük İçin Sanat İnisiyatifi’nden Deniz Göktaş’a destek: Mizaha kelepçe vurulamaz

Özgürlük İçin Sanat İnisiyatifi, komedyen Deniz Göktaş’ın gözaltına alınmasına ilişkin yazılı bir açıklama yayımlayarak, yaşananlara…

2 saat ago

Varto’da JES nöbeti 61’inci gününde: Topraklarımıza dokundurtmayacağız!

Muş’un Varto ilçesine bağlı Çalıdere köyünde, ABD merkezli IGNIS H2 Enerji Üretim A.Ş. tarafından planlanan…

2 saat ago

33. Yıl 33 Can

  2 Temmuz 1993’te yaşanan Madımak Oteli katliamından bu yana 33 yıl geçti. 33 yıllık…

3 saat ago

Kordu’dan Sivas Katliamı için kanun teklifi: Madımak’ın “Utanç Müzesi” olması istendi

DEM Parti Dersim Milletvekili Ayten Kordu, 2 Temmuz 1993’te Madımak Oteli’nde yaşamını yitiren 33 kişinin…

17 saat ago