Çîroka Pepûkê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Çîrok û efsaneyên ku li Dêsimê tên vegotin di piranîya wan de ajalek(heywan) serkêşîyê dike. Çîroka ku em li vir vebêjin jî teyra pepûkê serkêşîyê dike. Çîrok wisa tê vegotin.
Hebû tune bû, li alîyê Dêsimê malbateke belengaz û feqîr hebû. Lê malbateke şad û xweşik bû. Keç û lawikekî wê malê hebû. Dê, bav û zarok bi şadî û kêfxweşî di wê malê de dijîyan. Jîyana wan ya rindik wisa bi dilşadî didomîya. Rojekê dîya zarokan nexweşdikeve, çare nayê dîtin û di wedeyeke kin de dimire.

Mirîna dayika zarokan xemgîniyek mezin di malbatê de çê dike, zarok bê dê dimînin û sêwî dibin. Piştî mirîna dayîkê, bavê zarokan carek din dizewice. Êdî cihe dîya zarokan damarî digire. Damarîya zarokan ji zarokan hez nake, heqeretê li zarokan dike û her dem dijwarîyê derdixe pêş wan. Rojekê das û tûrikê dide destê wan û zarokan dişîne komkirina kerengan. Xwang û bira das û tûrikê digirin û diçin kerengan kom bikin. Herdu xwang û bira kereng gerîyane, xwangê, bi dasê kereng jê kirine û sincikên kerengan paqij kirîye û kirîye tûrikên xwe. Tûrik jî pişta birayê wê bû. Gelek kereng komkirine û kirine tûrikê. Piştre berê xwe dane malê û ketine rêya malê.

Gelek rê hatine, qefilîne û birçî bûne. Xwangê gotîye, bira em li vir rûnên weysa xwe bigirin û çend kerengan bixwin. Li wir sekinîne, xwangê devê tûrikê vekirîye ku çi veke! di tûrik de tenê 3-4 kereng mane. Xwanga lawik ji lawik re pevdiçe, “Te çima ew kereng xwarin, em niha ji damarîya xwe re çi bêjin” dibêje. Bira dibêje,“Xwûşka delal, min tenê yek xwar yên din nexwarin” Xwûşka wî jê bawer nake û pevçûna xwe lê zêde dike. Lawik dinêre ku xwûşka wî lê bawer nake, dibêje, “Ger tu ji min bawer nakî, dasê li zikê min de û zikê min veçirîne (bidirîne), ka binêre min xwarîye yan nexwarîye”. Xwang dasê zikê lêwik dixine û diqelîşîne û hundirê lêwik dinêre. Dema ku li hundirê birayê xwe dinêre kerengan tê de nabîne. Carek din devê tûrikê vedike û dibîne ku binê tûrik kun e û hemû di wê kunê de weşîyan e. Xwîn lê dikeve û gelek xwîn jê diherike.

Bi wê kul û birînê, bira li wir dimire. Wê demê pepoo (eywah )dibêje “Min çi kir?!”. Wateya pepo “eywah” e. Ji bo vê jî dema ku mirov tiştekî xirab bike dibêje pepoo. Piştî wê bûyera xirab, ji kirina xwe poşman dibe û êdî nikare vegere malê. Çalekî dikole, birayê xwe dike çalê û xali diavêje ser û vedişêre. Piştre bi dilsozî bang li xwedê dike. Dibêje “Xwedêyo, tu ji kerema xwe min bikî pepûk. Ez vî derd û kula xwe, ya ku min xwe bi xwe kirîye ji hemû alemê re vebêjim û bila her kes hînî derd û kula min be!”. Daxwaza xwangê qebûl dibe û xwedê wê dike teyra pepûk.

Dibe pepûk û diçe yawanê û dest bi xwendinê dike û dibêje, “Pepoo, kê kir? Min kir! Kê kuşt? Min kuşt! Kê şuşt? Min şuşt! Kê helanî? Min helanî!”. Pepûk çîya çîya, banî banî, gelî gelî difire û bi wî şiklî derd û kula xwe tîne zimên. Biharê dema ku kereng derdikevin devê pepûk vedibe û dixwinî heta ku kereng hişkdibin. Kereng ku hişkdibin pepuk jî lal dibe û dev ji xwendinê berdide heta sala bê.