Çîroka Dizgun/Duzgi û Pezkovîyan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

ORHAN BUDAK

 

Li Dêsimê wek mîtolojîyeke tê vegotin ku ya herî sereke ye.
Weke fîlozof dibêjin, ti avabûn bêyî şert û wateya xwe çênabe. Her avabûn û çêbûnê sedem û wateya xwe heye. Divê meriv bawer bike ku gerdûn xwedîyê rêgezek (pirensîpek) dadperwerîyê (adaletî) ye.
Li Dêsim û Mêzgirê piranî sê şiklê çîroka pezkovîyan tê vegotin:

Yek; dibêjin ku pezkovî pezên Xizir in;
Du; pezkovî pezên Ana Fatma ne;
Sê; pezkovî pezên Dizgun in û çîroka wê vedibêjin.
Em li vir ser çîroka pezên Dizgun bisekinin û vebêjin. Ji bo ku em vê çîrokê rast vebêjin, divê em xwe bavêjin an jî bigihêjinin roja ku ew çirok hatîye jîyan. Wê roja ku çîrok hatîye jîyan li wî cihî û wê herêmê kî dijîya û bi kîjan zimanî ew çîrok hatîye jîyan û bilêvkirin? Di wan rojan de li Dêsim û cihê ku ew çîrok lê hatîya jîyan, zimanê nivîskî yan tune bû yan jî pir kêm bû. Hemû çîrok û jîyanên wê demê bi devkî hatine gotin û heta îro mane.

Piranîya çîrokên wê demê li ser Ocaxê Bamasur/Bomesur (Baba Mansur) û Ocaxê Kurêş (Kurês/Kurêsê Kûr) e. Bamasuran kurmancî (kirdaskî), Kurêşan jî kirmanckî (dimilkî) qezî dikin (diaxivin). Çi qas zimanê cuda xuya bike jî herdu ji hev fam dikin û bi hêsanî bi hev re diaxivin. Ji ber ku koka wan zimanan yek e. Li Mêzgirê her kes qala leca keremetê ku navbera Bamasur û Kurêş de derbas dibe (Kurêş gem li devê hirçekî xistîye û sîyar bûye hatîye Moxindîyê. Bamasur jî li dîwêr sîyar bûye ber bi Kurêş ve çûye û xêrhatina Kurêş kirîye) dike. Hemû eşîrên Dêsimê kurmancî û kirmanckî diaxivin.

Eşîra Bamasur û eşîra Kurêşan Rêya Heq/Raa Haqî (Elevî ) ne. Her wiha hemû eşîrên Dêsimê jî di Rêya Heq de ne. Ji ber wê sedema Elevî bûyînê têkilî bi Osmanîyan re zêde danenîne. Ji ber ku Osmanî sûnî bûn. Dêsim wek herêmeke serbixwe dijîya. Osmanîyan çi qas êriş birin ser dêsimîyan jî mikarîbûn bi temamî bindest bixin. Piranîya dêsimîyan bac nedidan û nediçûn leşkeriyê. Heta Komara Tirkîyeyê li Dêsimê dem wer (wisa) derbas bû. Heta vê demê li Dêsimê û Mêzgirê kesî Osmanî ango tirkî nedizanî bû, an jî pir kêm kesî dizanî bû. Li Dêsimê dibistan an jî medrese tune bûn. Tenê li Pêrê dibistaneke Ermenan (fileyan) hebû û tenê Ermenî diçûn wê dibistanê. Li Mêzgirê yên ku dixwastin hînê xwendin û nivîsandinê bibin, diçûn Xarpitê. Li Xarpitê dibistan an jî medrese hebû. Piştî avabûna Komara Tirkîyeyê li Dêsimê dibistan vedibe. Piranî jî piştî bûyara Dêsimê (1938) dibistan bi lez û bez hema hema li her devereke Dêsimê vedibin.

Dema ku em bixwazin çîroka “Dizgun û pezkovîyan” ya rast hîn bibin, divê em li kesên ku kurmancî û kirmanckî diaxivin û bi wan zimanan vedibêjin guhdar bikin. Çîroka “Dizgun û pezkovîyan” ya ku ez li vir ji we re vebêjim, ya ku salên nodî de ji alîyê kesên ku qet tirkî nezanîbûn ve dihat vegotin ew e. Wê demê ez xwendekarê zanîngehê bûm û min ew çîrok meraq dikirin. Dema ku ez diçûm Mêzgirê û gundê xwe, min ji dapîr û bapîrê xwe û kokimên wê demê dipirsî û wan jî ji min re ew çîrok bi zimanê xwe vedigotin. Di salên nodî de dêsimî û mêzgirî yên ku temenê wan heta 40-50 salî bûn, piranîya wan di nav çepgirên tirk de bûn û xwe wek sosyalîst dihesibandin. Kesên sosyalîst xwe ji olê (dîn) dûr dixistin. Wê sedemê bandora xwe bawerîya çîrokên Dêsimê jî kiribû. Ango bawerîya wan kesan bi çîrokên olî û çîrokên mîtolojîk ku li Dêsimê dihatin vegotin dûr bû. Ji bo vê sedamê pir li wan çîrokên Dêsimê û Mêzgirê eleqedar nedibûn. Çîroka “Dizgun û pezkovîyan” ku wê demê ji alîyê Mêzgirîyan ve dihat vegotin hin cudatîya xwe hebûya jî bingeha xwe yek bû. Wisa dihat vegotin:

​Kesekî ji eşîra Kurêşan hebû. Di piranîya vegotinan de leqeba wî Kurêşê Kûr (Kurêsê Kûr) derbas dibe. Kûr tê wateya “Tiştê ku binê wî ji rûyê wî re dûr e”. Kûrî jî tê wateya pêşketîyê (mirovekî zana, mirovekî jêhatî û mirovê ku di nav xelkê de wek rûsipî dihat qebûlkirin). Gundê Kurêşê Kûr Zevê ye. Kurêşê Kûrî li ser girê Zargovitê xanî û axurekî çêdike da ku bi hêsanî bizinên xwe xwedî bike. Xwedîkirina bizinan ji mî û dêwêr cudatir bû. Mî û dewar dema ku berf dibare naçe yawan yazîyê naçêre. Di êxur de tê alifkirin û xwedîkirin. Lê bizin ne wisa ye. Dema ku berf bibare jî ji axur derdikeve diçe yawan yazîyê diçêre. Çêreya wê demê biruşk e. Zivistanê per û pûşikê dara mazî diweşin. Dara mazî bê per û pûş dimîne û wek tazî xuya dike. Gulîyê dara mazî cihê ku nezikî dawîyê dibe. Zirav dibe. Li wî cihî bişkuhê mazî tê dîtin. Cihê ku mazî zirav dibe û bişkuh pê ve tê dîtin jê re biruşk tê gotin. Zivistanê bizin biruşka mazi dixwe. Bi çêrana biruşk bizin têr nabin û birçî dimînin. Dema ku tên malê ka, gîya û çilo jî didin bizinan û zikê bizinan têr dikin.

Lawê Kurêşê Kûr ya ku navê xwe Sayder (Sa Heyder/Şa Heyder) bû, şivantîya pezê malê dikir. Sayder pezê malê ji axur derdixist di nav berfê de dibir yawan yazîyê diçêrand. Êvarê dianî malê û dikir êxur. Wê zivistanê ku berf pir barîyabû û çetin derbas dibû, dîsan jî pezê Sayder têr dihat malê. Pezê her kesî birçî dihat mal, lê pezê Sayder her roj têr dihat malê.

Bavê Sayder, Kurêşê Kûr meraq dikir ku wê zivistana zor û zemherî de Sayder pezê xwe wek demsala havînê çawa têr dikir? Kurêşê Kûrî rojekê bi dizî çû cihê ku pez diçêre. Dema ku gihişt cihê çêrê dît ku lawê wî Sayder çoyê xwe kîjan gulîyê darê dixine ew gulî hêşin dibe û per û pûş pêve dibin. Pez wê gulîyê darê bar dibe, dixwe û zikê xwe têr dike. Dema ku wê bûyarê dibîne dixwaze bi dizî vegere malê. Dema vegerê Kurêşê Kûrî, bizinê kol jê hedar dibe û çend caran dipişke. Dema ku bizina kol dipişke, Sayder ji bizina kol re dibêje “Ma te Kurêşê Kûr dît?”. Sayder dema vedigere paş xwe, bavê xwe dibine û bi bavê xwe re rû bi rû dimîne. Di hin vegotinan de digotin sir û keremeta Sayder li vir eşkere dibe.

Kurêşê Kûr piştî rû bi rû mayînê vedigere mal. Dema ku sir û keremet eşkere dibe, Sayder li wir dûr dikeve û sê gavan de xwe diavêje serê çîyê. Li gorî bawerîya li Dêsimê kesên ku sir û keremetên xwe eşkere bin, ew kesan ji holê wenda dibin û dibin sir û kes wan nabîne. Hin vegotinan de jî digotin dema ku bi bavê xwe re rû bi rû dibe şerm dike û hustîxar dibe. Ji ber ku him ji bo keremet çêkirinê dest ji bavê xwe negirtîye, him jî bi leqeba bavê xwe ji bavê xwe re deng dide. Ji bo van sedeman li wir dûr dikeve. Piştî rû bi rû dimîne Kurêşê Kûr vedigere mala xwe. Sayder sê gavan de xwe diavêje ser çîyê. Li wî çîyê di şikeftekê de çil rojan nîyaz dike û piştî çil rojê wê çîyê sir dibe û wande dibe. Sayder ku nayê mal piştî sê rojan bavê wî meraq dike ka rewşa lawê wî çawa ye û misaîbê Sayder dişîne cem Sayder. Sayder ji misaîba xwe re dibêje here ji bavê min re bêje “Halê min rind e, rewşa min baş e (halê mi rind o, durimê mi wes o), bila bavê min mereqa min neke.” Her kesî dawîya vegotina çîrokê bi sirbûna Sayder diqedand.
Piştî sirbûna Sayder jî jê re Dizgun digotin. Dizgun leqeba asta ku Sayder tê de ye. Ew asta ji mirovatîyê derketin û nêzîkî xwedê bûyînê ye. Dizgun tê wateya; jîyana ku bi dizî (veşartî) tê jîyankirin, jîyana ku kes nabîne û tê jîyankirin, piştî sirbûnê, giyanê ku li wir jîyana veşartî dijî, canê an jî ganê Sayderê ku piştî sirbûne li wir dijî. Hin kesan “Dizgun, Dizgûn, Dizgan, Dizgin, Dizgon, Dizgi û Duzgi” bi lêv dikirin. Her çi qas fonetîka peyvê biguhere jî peyv ji koka xwe dûrneketîye. Peyva Dizgun ji du peyvan pêk hatîye. Di kurdî de du peyvên ku wateyên xwe cudane dema ku bên cem hev wateyeke nû û peyvekî nû derdixin holê. Dizgun peyveke wisa ye. Ji “diz” û “gun”ê pêk tê. Diz li vir wek veşartî an jî tişteke kes nabîne tê bikaranîn. Gun jî li vir wek can, gan an jî ruh ê tê bikaranîn. Dema ku em ferhenga kirmanckî binêrin wateya gun, gan, ganî, can, gian yeke.

Hin herêman gun wek gûn jî tê bilêvkirin. Peyva gun an jî gûn derdora Mêzgirê jî tê bikaranîn. Mînak; keseke bitirse û xov bikeve ji wî kesê re “Gun ji te çû” an jî “Gûn ji te çû”, “Gun ji te sar bû” an jî “Gûn ji te sar bû “, “Gunê te zer bû” an jî “Gûnê te zer bû dihat gotin. Ji vê mînakê jî xuya dike ku wateya gun an jî gûnê can, ruh, gîyan e. Dizgun peyvekî kirmanckî ye û tê wateya cana sirbûyî û hîn jî li wê çîyayê dijî. Navê wî çîyayî jî “Çîyayê Dizgun” lê barkirine. Mêzgirî berê xwe didin Çîyayê Dizgun “Ya Dizgun, tu heyî! (Ya Duzgi, ti estî!)” dibêjin, daxwaz û nîyaza xwe dianîn zimên. Heta salên nodî li Dêsimê yên ku kirmanckî û kurmancî diaxivîn qet kesî Dizgun Baba nedigot, tenê Dizgun bikar dianî. Kesên ku ji mirovbûnê derketine û êdî wek ruh dijîn ji wan re ne hewce dike ku peyva baba li wan bê barkirin. Ji ber ku baba mirovên ku dijîn tê barkirin û li kê bê barkirin asta rewşa wî kesî bilind dike. Yên ku vê cihanê najîn û wek ruh dijîn peyva baba nayê lêbarkirin. Ji ber ku peyva baba asta ruhan bilind nake.
Dema ku Sayder û bavê xwe Kurêşê Kûr rû bi rû dibin, Kurêşê Kûr vedigere mala xwe û Sayder jî diçe çîyê û cardin venagere malê. Pezê ku Sayder diçêrîne jî li wir dimîne. Dema ku êvar dibe pez xwe bi xwe tê mal. Lê belê hin pez nayê mal û li wir dimîne û hovî dibe. Ew pezê ku li wir dimînin û hovî dibin, em niha ji wan pezan re pezhovî an jî pezkovî dibêjin. Pezkovî pezên Dizgun in. Li gorî bawerîya Mêzgirîyan jî pezkovî wek pezê Dizgun tên qebûlkirin. Ji bo vê sedemê nêçîra pezkovîyan gune ye û qedexe ye. Mêzgirî goştê pezkovîyan naxwin û guneh dihesibînin.

Hin dever an jî hin kesên li Mêzgirê wer bawer dikin; yên ku dizewicin û zaroka wan çê nabe, pezekî digirin dibin çîyayê Dizgun û wê pezê qurbanî dikin û serjê dikin û li wir belav dikin. Daxwaz û nîyaza xwe ji Dizgun re dibêjin, digotin “Ya Dizgun, tu zarokekî bidî me û me bextîyar bikî!”. Wê şevê li Çîyayê Dizgun dimînin û li wir radikevin. Hin kes li wir nediman û vedigerîyan mala xwe. Dema raketinê yên ku xemdê bibînin û xemda xwe de zarokan bibînin, teqez zaroka wan çê bûbîya. Yên ku xemd nedidîtin zaroka wan çê nedibûya. Dema ku zaroka wan çê bibûya eger law bûya navê wî Dizgun lê bar dikirin, keçik bibûya Xwaskar lê bar dikirin. Xwaskar jî navê xwanga Sayder e. Ji bo vê sedemê li Mêzgirê û erdnîgarîya Dêsimê pir kesan navê xwe Dizgun e. Yên ku bawerîya xwe ji Dizgun hene û ji Dizgun bawer dikin, tenê ew navê Dizgun li zarokên xwe dikin. Ji bo wê sedemê xênci erdnigarîya derdorê Dêsimê navê Dizgun li tu deverekê nayê dîtin. Dema ku Dizgun tirkî bê nivîsandin wek “Düzgün” tê nivîsandin.

Lê peyva Dizgun û Düzgün wateya xwe yek nîn e. Dizgun ew mirov e ku ji mirovtîyê (Sayder mirovtîya xwe diqedîne dibe sir an jî ruh) derketîye û bûye sir an jî ruh û hîn jî dijî. Wateya Düzgün; di zimanê tirkî de ew mirovê ku hîn jîyana xwe didomîne, derew û viran nake û rast e. Dema ku em cihê Dizgun, Düzgüna tirkî bi kar bînin qêmasî derdikeve holê. Ji ber ku li vir mirovekî sir bûyî û bi dizî jîyan dike û nêzîkî xwedê bûye heye. Dema ku em hindekî li ser peyva “Düzgün” lêkolîn bikin heta dawîya Osmanîyan jî peyva “düzgün” li tirkîyê nehatîye bi kar anîn. Osmanîyan an jî tirkan cihê peyva düzgün gelek peyv bi kar anîne. Piranî peyva muntazam, rabitali, insicamli, menzum, belig belagat û hwd bi kar anîne. Li tirkîyê peyva düzgün nêzîka sed salêye tê karanîn. Lê çîroka Dizgun kes nizane kîngê qewimîye. Kî dibêje hezar sale, kê dibêje hezar salî zêdetir e.

 

Bu yazının orijinali Mazgirt kitabında yayınlanmıştır

Çîroka Dizgun/Duzgi û Pezkovîyan
Giriş Yap

Dersim Gazetesi ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!

Bizi Takip Edin
BEDA